• DOLAR 32.191
  • EURO 35.025
  • ALTIN 2452.773
  • ...
Damezrînerê Wagnerê Prîgojîn: Em di 1ê Tîrmehê de hebûna xwe dawî dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yevgeni Prigojinê Serokê Wagnerê yê ku li Rusyayê îsyanê kir, daxuyanîyeke nû belav kir.

Prigojin, weha got, “Ti kes bi Wezareta Parastina Rusyayê re îmzekirina peyamê qebûl nekirîye. Me ti car êrîşdarîyê nîşan neda lê em bi muşekan û helîkopteran hatin hedefgirtin. Wagner, ew ê di 1ê Tîrmehê şûn da ji hebûna xwe re dawîyê bide.”

Prîgojîn di axavtina xwe de qala çend tiştên dinê jî kir û weha got:

“Em dixwazin ku ên di Ukraynayê de xetayê kirine hesabê bidin. Ti kes bi Wezareta Parastina Rusyayê re îmzekirina peyamê qebûl nekirîye. Me ti car êrîşdarîyê nîşan neda lê em bi muşekan û helîkopteran hatin hedefgirtin. Yê ku me kir vê rê ev tişt bû. Me ji meşa xwe re ji ber bêedaletîyê dest pê kir.

Me xwest ku di dema operasyona taybet a leşkerî de ên ku xetayê kirine bira hesabê bidin. Ev rewş ji Rusyayê re pirsgirêkên cîddî ya ewlehî anît.

Me ji bona ku serokarîya Rusyayê tune bikin hereketê nekir. Armanca me astengbûyîna ji tunebûna Wagnerê re bû. Em ji bona ku xwîna leşkerên Rusyayê neyê herikandin vegerîyan.

Em ji bona ku balafirên Rusyayê xistine poşman in.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir