• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Sazîya alîkarîyê ya navneteweyî li efrîkayê ji malbatên feqîr re bizin belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ewrûpa Yetîm Elîyê sazîya alîkarîyê ya navneteweyî  xebat û fealîyetên xwe yên alîkarîyê li efrîkayê didomîne… Ewrûpa yetîm elî  di vê çarçoveyê de ji bi sedan malbatî re alîkarî bizinên bi şîr û xurekê kir.

Ewrûpa Yetîm Elî  ji bo gelek xebatên xwe yên alîkarîyê bike li Etîyopyayê xebatên xwe didomîne.

Sazîya alîkarîyê ya ku di vê îdê de jî kesên ku îxtîyaca wan bi alîkarîyê hebû bê alîkarî nehişt kesên êtîm û feqîr kêfxweş dike.

Komele nexasim bi projeyên bizinên bi şîr dike hedef ku kesên feqîr û jar li ser pîyan bimînin.

Ewrûpa Yetîm Elî di vê bergehê de li gundê sewana girêdayê parêzgeha Oromîyayê ji 50 malbatî re alîkarîya bizinên bi şîr belav kir û serê malê re 3 bizin da wan.

Abdurrahman altunê Serokê Ewrûpa Yetîm Elî derheqê projeya bizinên bi şîr d daxuyanîyek da û weha got, “Em niha li herêma oromîya ya etîyopyayê ne. Piştî alîkarîya xurekê me xebata xwe ya bi navê belavkirin bizinên bi şîr da destpêkirin. Lewra li vê derê ji ber hişkesalîyeke dirêj hejmara heywanan gelek zêde kêm bûye.  Ji ber vê yekê îxtîyaca malbata bi bizinan heye.  Ger di destê malbatan de çend bizin hebin ew ê karibin debara xwe bikin.  Ji ber vê yekê em serê malê 3 bizinan didin wan.” (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir