• DOLAR 32.304
  • EURO 34.779
  • ALTIN 2410.2
  • ...
Li Misirê avahîyeke 13 qatî hilweşîya
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Waliyê Îskenderiyeyê Mihemed El-Şerîf ragihand ku li taxa Sidî Beşîr a Îskenderiyeyê avahiyeke 13 qatî ya di kategoriya "metirsîdar" de, ku hin qatên wê tenê di havînê de ji bo kirêya demsalî tê de bûn, hilweşiya.

Şerîf diyar kir ku li gor agahiyên ewil di avahiya ku hilweşiya de kesek birîndar bû.

Waliyê Îskenderiyeyê Şerîf ragihand ku tîmên rizgarkirinê yên sivîl xebatên xwe yên lêgerîn û xelaskirinê yên di nav kavilên avahiyê de didomînin.

Der barê sedema hilweşîna avahiyê de ti agahî nehatin bidestxistin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir