• DOLAR 32.249
  • EURO 34.801
  • ALTIN 2453.778
  • ...
Li Pakistanê brûsk li xanî xist: 10 mirî 6 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî xebera ku ji Rescue 1122 ya sazîya xelaskirin û lêgerîna girêdayê Dewletê hatine bidestxistin, li navçeyên Şeyhupura û Narowala Pencapê bi tevî baranên tund brûsk li xanîyek xist.

Di encama xistina brûskê de heta niha 10 kesan canê xwe ji dest dan, 6 kesan jî birîndar bûn.

Ekîbên ku birîndaran rakirin nexweşxaneyên derdorê, ji bona rewşeke xerab yên dibe pêk bê di elarma bilind de disekinin.

Rayedaran, diyar kirin ku li giştîyê welat heta 30ê Hezîranê ba yên tund û baranên tund dibe ku tesîrdar be.

Havîna parîn, li Pakistanê ji ber lehîyan 1.739 kesan canê xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir