• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Sinnetên ku tênê bîrvakirin: Nimêja şevê, sîwaq û sefên nimêjê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mela Wehdettîn Kayayê Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê bi ayet û hedîsan qala sîwaq, Nimêja şevê û sefên Nimêjê yên ji sinnetên Pêxemberê me ne û hatine jibîrkirin kir, bi taybetî bal li ser sefên Nimêjê a ku ji ber pandemîyê hatîye jibîrkirin kişand.

“Muminê ku barê doza Îslamê girtîye li ser milên xwe girtina qeweta wê ya menewî bi teheccûdê mimkin e”

Mela Kaya bal li ser muhîmtîya nimêja Teheccûdê kişand û weha axivî, “Ger ku em qala muhîmtîya ev nimêjê bikin Cebraîl eleyhîsselam ji Pêxemberê me selat û selam li ser wî be re weha dibêje, ‘Di demeke şevê de şîyar bibe û nimêjê bike, ev nimêj, ji te re mehsus e û nimêjeke ji nimêjên ferz zêdetir e ye. Bê hêvîkirin ku Rebbê te, te bike xwedîyê Meqamê Mehmud.’ Meqamê Mehmud meqamê şefaetê ye. Yanê mirov ji bona ku naîlê şefaetê bibe berê wî ji teheccûdê re tê zivirandin. Mixabin mirovê ku barê doza Îslamê girtîye li ser milên xwe divê ku bi hazir be. Ev hazirî jî bi qeweta menewîyê yanê bi teheccûdê mimkin e. Kesê ku teheccûdê dike bi wê qeweta ku digre ew ê bi rehetî dikaribe de’wa Xwedê teblîx bike, li hember pirsgirêk û ji zehmetîyên ku rû were re dikare sebr bike.”

“Di Quranê de derheqê wan kesên ku nimêjê terk bikin de tê diyarkirin ku ew ê ezabeke mezin bibînin”

Kaya di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku “Em di dewreke wisa de ne ku dev ji nimêja şevê berde nimêja ferz jî hatîye terkkirin.” Û ayeta ku dibêje “Piştî wana, kesê ku nimêjê zayî dike, nesleke li pey kêf û şehweta xwe diçe çêbûye. Ew ji ber ev rewş û hereketên xwe ew ê ezabeke mezin bibînin.” Bîr anît û got ku sedemeke ketina cehennemê yek jî terkkirina nimêjê ye.

“Tewsîyekirina sîwaqê nîşan dide ku Îslam çiqas ji paqijîyê re muhîmtîyê dide”

Kayayê ku derheqê muhîmtîya sîwaqê de jî axivî di berdewama axavtina xwe de weha got, “Sinnetekî dinê jî sîwaq e. Pêxemberê me di hedîsekî xwe de weha dibêje ‘Ger ku min endîşe nekira ku ev ji ummeta min re ew ê giran were, min ê ji wan re di her wexta nimêjê de emir bikira ku bira sîwaqê bişxulînin.’ Malumê we ye ku însanan ji devê xwe nefesê digrin. Hewaya ku mirov di pozê xwe de digre bi qarbondîoksîtî ji dev tê dayîn. Îslam ji paqijîyê re muhîmtîyê dide û emir dike. Ji ber ku însan ji devê xwe nefes digre devê mirovan paqij namîne. Tewsîyekirina sîwaqê nîşan dide ku Îslam çiqas ji paqijîyê re muhîmtîyê dide.”

Bi taybetî sinneta sefên nimêjê a ku gerek mirov baş bighêjin hevdu hatîye jibîrkirin, ev sinnet bi Covid-19ê zêdetir hatîye jibîrkirin û terkkirin.

Kayayê ku di axavtina xwe de meseleya sefên nimêjê jî bidestxist weha got, “Însanan di dema Covid-19ê de ji ber tirsê di sefên nimêjê de xwe ji hev dûr dixistin. Ev rewş çiqas jî ji sinnetê re muxalif be jî wê demê zarûret hebû û hinek alim ji ber nexweşîna Covid-19ê fetwayê dabûn. Feqet niha hemd ji Xwedê re ev nexweşîn qedîyaye. Lazim e ku Misilmanan di sefan de xwe bighênin hevdu û divê ku dîsîplînekî hebe.”

“Dema ku di nimêjê de hûn sef bigrin ji valahîyên ku şeytan bikevin re rê nedin”

Kaya ev meseleya Pêxemberê me bîr anit ku Pêxemberê me ji eshabîyên xwe re weha got, “Wek ku melaîket li alîyê Rebbê xwe sef digrin, gelo hûn jî nikarin wisa sef bigrin?” û di dawîya axavtina xwe de weha got:

“Başbûna sefan gelek muhîm e. Gerek hinek li pêş hinek jî li paş nebin, divê ku wekhev li cem hev bisekinin. Çawa ku artêşek di sefên xwe de disekinîyan eshab jî di sefan de wisa disekinîyan. Di mizgeftan de hinek Misilmanan li cem hev in lê hinek jî ji hev dûr in. Pêxemberê me di hesîdekî xwe de weha dibêje, ‘Sefên xwe rast bikin, sermilên xwe bighêjînin hev. Di nimêjê de ji mirovê cem xwe re nerm bin, wan aciz nekin, valahîyên ku di arê de hene tijî bikin. Lewra şeytan, wek berxika mêşinê, di navbera we de ew ê bigere. Ji şeytanê re valahîyên ku bikevê nehêlin.’ Ji ber vê yekê Misilmanan, ji vê sinnetê re jî ehemmîyetê nîşan bide.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir