• DOLAR 32.178
  • EURO 35.126
  • ALTIN 2471.014
  • ...
Li Dîyarbekirê dikanderekî zarokekî bi manewraya Heimlichê xelas kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li ser Ceddeya Gursel a navçeya Rezan pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin zarokekî 5 salî yê ku bi tevî malbata xwe di rê de diçe şekirê di devê wî de ket nav qirika wî.

Dayîka ku ferq kir zarokê wî nefes nagre, bi panîkî ji derdorê alîkarîyê xewst.

Di wê demê de jî Yusuf Çelîkê ku li ser ceddeyê zêrfiroştîyê dikir, rewşê ferq kir û ji zarokê re manewraya Heimlichê kir.

Di encama çend manewrayên Çelîkê de şekirê ku ketibû qirika zarokê derket. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir