• DOLAR 32.196
  • EURO 35.034
  • ALTIN 2512.341
  • ...
Karwana Hêvîyê alîkarîyên ji erdhejzedeyan re didomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karwanê Hêvîyê yê Kolikê, ji sedan malbatên ku ji erdhejê tesîrdar bûne û di qonteyniran de dimînin re alîkarîya xwarinê û potê zarokan kir.

Erdhejzedeyan jî ji ber ev alîkarîyan sipasîyên xwe anîtin ser ziman.

Mehmet Sîvîlê Serokê Karwana Hêvîyê yê Kolikê ku diyar kir ew li Bajara Qonteynir K-27ê alîkarîyan belav kirine weha axivî, “Em ji 6ê Sibatê vir ve wek Karwanê Hêvîyê û Weqfa Êtîman di sehayê de ne. Em îro li navçeya Kolikê ji sedan malbatên xwe yên ku di qonteyniran de dimînin re kolîyên xwarinê belav kir. Xwedê bira hemû birayên me yên Misilman ên ku di vê xebatê de destê wan ketîye razî bibe. Lazimatîya pere, ji bo zarokan xercaneya îdê, xwarin û yên tiştên dinê hêj didome. Wek ku hûn jî zanin ku li pêşîya me Îda Qurbanê heye. Em ji bona ku qurbanên we bighêjînin birayên xwe yên erdhejzedeyan li hêvîya bexşên we ne. Bira Rebbê min ji xêrê re vegerîne.” (ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir