• DOLAR 32.222
  • EURO 34.71
  • ALTIN 2446.744
  • ...
Li Meletî wesayît qeza kir: 2 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, di seat 21.30an de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 44 EZ 958 a di bin kontrola G.Ş. de bû, ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li dîreka ceryanê a li ser rê qelibî.

Di qezayê de şofêr û Y.G. yê ku di nav wesayîtê de bû birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar, piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Meletî.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir