• DOLAR 32.261
  • EURO 35.086
  • ALTIN 2464.748
  • ...
Karwana Hêvîyê banga ‘bexşê qurbanê’ kir!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Salîh Gulê Serokê Komela Êlihê yê Karwanê Hêvîyê, di daxuyanîya xwe ya ku kir de, got ku ew hemû hazirîyên xwe yên bi şîara “Qurbanên We Bira Bibe Hêvî” ya sala 2023yan temem kirin.

Guzel destnîşan kir ku ew ji bona ku jêkirina qurbanan paqijî û belavkirina ji bona feqîran û gihandina ji bo feqîran alîkarî bikin amadene, ew ji wekaleta xêrxwazan re talib in.

“Em di navbera xêrxwaz û kesên mihtac de wezîfeya pirê dibînin”

Guzel weha axivî, “Em bû çend sale bi navê Karwanê Hêvîyê di navbera xêrxwazên ku dixwazin qurbanê bidin û mirovên hewcedar ên li bajêr rûdinên de wezîfeya pirê dibînin, em xebatên ku di navbera civakê de biratî û alîkarîyê zêde dike wek îbadetê dibînin. Em bi wesîleya Qurbanê her sal li bajarê xwe ji bi hezaran êtîm û mihtacan re goştê qurbanê dighêjînin û ji kêfa wan re dibin hevpar.”

“Em ji bona ku alîkarîyê bikin amade ne”

Guzel bal kişand ku ew xebatên xwe yên qurbanê temem kirine û axavtina xwe weha domand, “Em wek Karwanê Hêvîyê hemû mesulîyetên civakî wek îbadetê dibînin. Em hemû hazirîyên xwe temam kirine. Bi wekaletîyên xêrxwazên xwe ji bona ku qurbanan di cîhê paqij de serjêkin û parve bikin hazirîyên xwe hemûyan qedandîye.”

“Heywanên biçûk 4 hezar û 250 Lîre, heywanên mezin jî 5 hezar lîre ye”

Guzel di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku îsal heqê qurbanan ên biçûk 4 hezar û 250 Lîre, ên mezin jî ji 5 hezarî dest pê dike û weha got, “Xêrxwazên me dikarin werin komeleyên me û bi wê şeklê qurbanên xwe teslîmê me bikin an jî dikarin heqê qurbanên xwe bidin me em ji dêla wan de qurbanên wan bistînin, an jî dikarin bi telefonê wekaletên xwe bidin me û heqê qurbanên xwe li ser bankayê ji me re bişînin.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir