• DOLAR 32.192
  • EURO 34.969
  • ALTIN 2506.552
  • ...
Meclîs sibê vedibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hazirîyên serdema 28'emîn a Meclîsê temam bûn.

Parlementeran piştî merasîma sûndxwarina li Civana Giştî wê bi fermî dest bi wezîfeya xwe bikin.

Devlet Bahçelîyê Serokê MHPyê ji ber ku herî pîrê Meclîsê ye rûniştina ewil wê wek Serokê Demborî yê Meclîsê îdare bike.

Roja Şemîyê jî Serokkomar Erdogan wê li Meclîsê sûndê bixwe.

Wê Erdogan beşdarî vekirina Meclîsê bibe û wê bi merasîma fermî pêşwazî bê kirin. Wê merasîma sûndê ji ciheke taybet ku ji bo wî hatiye çêkirin temaşe bike.

Tê texmînkirin ku merasîma sûndê wê roja înê dest pê bike û heta nîve şevê berdewam bike.

Piştî merasîma sûndê Serokkomar Erdogan wê kabîneya xwe parve bike û wezîrên nû piştî rojek din wê li Civana Giştî sûnd bixwûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir