• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
SON DAKİKA
Hêzên berxwedanê nêzî 500 roket û fuze avêtin erdên îşxalkirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîstan a ku li ser Xezzeyê bû tevahiya şevê berdewam kir.
Li hember vê êrîşê hêzên berxwedanê nêzî 500 fuze û roket ji Xezzeyê ber bi herêmên îşxalkirî ve avêt. Di daxuyaniya ku ji teref rejîma îşxalker a sîyonîst ve hat dayîn de hat gotin ku, ji 469 roketên ku ji aliyê Xezzeyê ve hatibû avêtîn 333 roket gihaştine erdên di bin îşxalê de ne, 107 roket jî li ber sînora Xezzeyê ketine.

Tu agahî di heqê 29 roketên din nehat dayîn.Hat diyarkirin ku sîstema parastinê yên asîmanî pêşî li 153 roket girtiye, hin roket ketine jî waran û zirara maddî çêbûye.Ji ber fuzeyên ku ji Xezze'yê hatin avêtin li herêmên îşxalkirî sîrenên dirêj lê xist. Siyonîstên îşxalker piştî ku sîren hatin lêxistin revîyan sitargehan.
Di êrîşên ku roja berê dest pê kiribû de heta niha, 24 Filistînî şehîd bûn, 64 jî birîndar bûn.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir