• DOLAR 32.238
  • EURO 35.244
  • ALTIN 2458.769
  • ...
Yapicioglu: Ji bo pêşîya temamê îstîsmarên di meseleya Kurd de bê girtin bila 14ê Gûlanê bibe mîlad
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapicioglu di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir, meseleya Kurd ji teref hinek kes û kesan ve ji bo berjewendî û planên xwe yên qirêj tê sûîstîmalkirin.

“Ji bo pêşîya temamê îstîsmarên di meseleya Kurd de bê girtin bila 14ê Gûlanê bibe mîlad”

Yapicioglu di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir, hinek kes  wan gavên musbet ên ku tên avêtin nabînin û hewl didin meseleya Kurd ji bo berjewendî û planên xwe yên qirêj sûîstîmal bikin. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji bo nirxên civakî cardin di siyasetê de bê hakimkirin, ji bo cardin îhyakirina nirxên Îslamî û însanî,  ji bo girtina pêşîya sûîstîmalên li ser meseleya Kurd, di bergeha edaletê de çareserkirina telebên meşrû, ji bo ji holê rakirina bêexlaqîyê dîsa ji bo parvekirina wekhev û başkirina edaleta civakî û ji bo başkirin û zexmkirina aştî û hizûra edaletê bila 14ê Gûlanê bibe destpêk û mîladek.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir