• DOLAR 32.222
  • EURO 34.71
  • ALTIN 2446.744
  • ...
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Benê wan provokatorên ku êrîşî me kirin diyar e di destê kî de ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yilmaz di bernameyeke televîzyonê ya ku beşdarî de bû de derbarê mijarê de destnîşan kir, di pey wan êrîşên ku li partîya wan tên kirin de  Xerb heye û derbarê mijarê de wisa got: “Weke ku di vîdeoyên ku hatine girtin de jî tê dîtin di wê qelebalixa li ber standa me kom bûne de herî zêde 20 kes hene ku xelqê provoke dikin.  Hevalên me ekserê wan tespît kirin.  Ew 20 kes endamên û îdarevanên Zafer Partîsî, ÎYÎ Partî û CHPê ne. Nasnameya wan kesên ku êrîşî me kirin diyar bû.  Ew kesên ku provokator in diyar in,bi heman awayî ew kesên ku van provokatoran şandine wê derê jî diyar in û benê wan provokatorên ku êrîşî me kirin di destê kî de ye ew jî diyar e.  Ew kesên ku PKK, DHKP-C, TÎKKO, FETO û KCKê anîye ba hev û destekê dide wan kî be, benê wan di destê wî de ye. Kî ne ew? Amerîka, Fransa û Almanya ye.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir