• DOLAR 32.191
  • EURO 34.944
  • ALTIN 2423.274
  • ...
Dînç: Talîmata van êrîşan ji Qandîlê tê dayîn, planên wan di Girtîgeha Edîrneyê de tê kirin û di navendên CHP û ÎYÎ Partîyê de jî xalên hedefê tên destnîşankirin.
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî êrîşa çekdarî ya ku li Mêrsînê li endamên partîyê hatin kirin re ji teref rayedarên HUDA PARê ve li pey hev daxuyanîyên bertekê tên belavkirin.

Doh derdora seat 15.00an de li Akdenîza navçeya Mêrsînê êrîşa çekdarî li standa hilbijartinê ya HUDA PARê hat kirin. Kesên nasnameyên wan nediyar bi çekan êrîş birin li ser standa Şaxên Ciwanan a Bajar a HUDA PARê ya ku ji  bo Faruq Dînê Namzedê Parlementerîyê yê Mêrsînê yê AK Partîyê.  Hat hînbûn di encama êrîşa çekdarî de endamên Şaxên Ciwanan a Bajara Mêrsînê yên HUDA PARê yên bi navê B.K, Y.O. û Ş.E. birîndar bûn.

Piştî êrîşa ku hat kirin Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu derheqê êrîşa ku li Mêrsînê li endamên partîya wan hat kirin de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir: “ Em naçin herbê diçin hilbijartinê.  Lêbelê ew kesên ku dijminên millet in û ji bo  welêt mexlûqatên  bi zirar in hêj me tehdîd dikin û  hewl didin me wek wan kesên ku divê koka wan bê qelandin nîşan didin. Ew zanin ku em natirsin û ji rêya xwe venagerin. Ên ku di tûrikê wan de jibo xizmeta milletê tiştek tune ye, jibo bêkêrîya wan neyê xeberdan me hedef nîşan didin. 5 roj berê li Mêrsîn, bi teqemenîyê êrîş li buro ya me ya hilbijartinê hate rastkirin, îro jî bi kêr û çekan êrîşî ciwanên me yê wezîfedarên standa danasînê kirin. 3 birayên me birîndar bûn. Ez jibo wan şîfaya xêrê dixwazim. Ev êrîş nîşan didin ku tewra me ya derbarê hilbijartina 14ê Gulanê de çiqas rast û di cîh de ye. Înşallah, wê tekoşîna me ya 'edalet û azadîyê heta koka vê zîhnîyeta faşîst bê qelandin bidome. Em ê serî li ber emperyalistan û pêlîstokên wan û her wisa li ber qatilên wan ên kirêkirî netewînin.”

Dîsa Wekîlê Serokê Giştî û Serokê Karên Hiqûq û Mafên Însanî yê HUDA PARê Îshaq Saglam derheqê êrîşa ku li Mêrsînê li partîya wan hat kirin de li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir: “ Ew çeteyên ku we ʾji bo qelandina koka meʾ şandibû li Mêrsînê êrîşî standa me kirin.  Vê yekê qet ji eqlê xwe dernexin; sebra  me pir zêde heye. Lêbelê em ne di xewa xefletê de ne û haya me ji tiştê ku tê xwestin bê kirin heye.  Em baş dizanin hûn talîmata wan êrîşên bi ser #HÜDAPARʾê de ji kû û ji kî distînin.”

 Bertekek jî ji teref Faruq Dînçê Namzedê Parlementerîyê yê Mêrsînê yê HUDA PARê yê ku ji lîsteyê AK Partîyê dikeve hilbijartinan ve hat nîşandan.

Dînç di daxuyanîya ku li cihê  êrîşê belav kir de destnîşan kir, ew ê serokê Tifaqa Milletê û pêlîstokên wan ên li Qandîlê  ew ê cardin têk biçin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “  Herî dawî Mansûr Yavaş navê partîya me zikir kir û got ʾem ê koka wan biqelîninʾ ku bi vê gotinê li hember partîya me êrîş dest pê kirin.  Pêşî êrîş li stand, afîş û panoyên me yên reklamê hatin kirin û lêbelê niha jî  êrîşa fiilî li hevalên me yên li sehayê tê kirin.  Li hember partîya me tê xwestin wehşet û hovîtîyeke din a mîna 6-8ê cotmehê bê kirin. Talîmata van êrîşan ji Qandîlê tê dayîn  û planên wan jî di Girtîgeha Edîrneyê de tê kirin û di  navendên CHP û ÎYÎ Partîyê de jî xalên hedefê tên destnîşankirin. Em li dijî van zihniyetên faşîst ji dil û can bixebitin da ku zarokên me nekevin nav lepên wan. Bila qehir bibe faşîzm û her bijî Kadroyên Hur ên ku hurrîyetê li ser pîyan digirin.”

Çi Bûbû?

Mansûr Yavaşê Serokê Şaredarîya Bajara Mezin ê Enqerê yê ku ji bo ji xelqê re xizmet bike hatiye hilbijartin di 19ê Nîsanê di mîtînga ku li Sînopê hat kirin de  got ku ‘ Terorîst terorîst e. Ha PKK ha HUDA PAR. Ferqa vê yekê tune ye. Em li dijî tevekan in û em ê koka wan biqelînin.’ Yavaş bi van gotinên xwe navê HUDA PARê bi rêxistineke terorê re zikir kir û HUDA PARê wek rêxistineke terorê nîşan da û bi deh hezaran endamên HUDA PARê hedef nîşan da.

Piştî van gotinên Yavaş li pey hev li gelek bajaran êrîş li HUDA PARê hatin kirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir