• DOLAR 32.214
  • EURO 34.767
  • ALTIN 2425.206
  • ...
Kesên ku beşdarî bernameya Mewlida Nebî bûn hestên xwe anîn ziman: Di dilê vî gelî de hezkirina pêxember heye.
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Evîndarên Pêxember ên ku ji çar aliyê welêt beşdarî bernameya Mewlida Nebî ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Diyarbekirê bi temaya "Mînakê Herî Xweşik  û Baş Hz. Muhammed" (Sallallahu Aleyhi Vessellem) li Diyarbekirê hat lidarxistin, ji bo ÎLKHAyê hest û ramanên xwe anîn ziman.

"Ez beşdarî bernameyê bûm da ku nîşan bidim ku hîn jî yên ku hurmetê didin Pêxember hene"

Faruk Turk, diyar kir ku bernameya Mewlida Nebî bû sedema heyecaneke mezin û wiha got: "Ji bo ku nîşan bidim hîn kesên ku hurmetê nîşanî pêxemberê me didin û silav û rêzê li pêxemberê me dikin hene ez beşdarî bernameyê bûm. Xweda xêra wan kesên ku vê bernameyê tertîp kirin razî be.Muhebbet û evîna Pêxemberê me di dilê vî gelî de heye. Ev gel tu carî vê hezkirinê ji bîr nake."

"Ev heyecanek heyecaneke cûda ye, ez hêvî dikim ku evîna Muhammedî li seranserê Tirkiyeyê deng bide"

Umut Işikê ku beşdarî bernameyê bûbû destnîşan kir ku ew ji Bursayê hatiye Diyarbekirê da ku atmosfera Mewlida Nebî biceribîne û wiha got: "Ez cara ewil e ku têm rojbûna pîroz a li Diyarbekirê. Eşqa Muhammedî wê li hemû Tirkiyeyê deng vede. Eger ev ummet bi rastî jî dixwaze xelas û rizgar bibe divê muhebbet û evîna Pêxember di jiyana xwe de nîşan bidin. Jixwe diyar bû ku ev hezkirina di dilê wan de wê rojekê derkeve holê. Ez hêvî dikim ku bernameyên bi vî rengî her tim berdewam bin."

"Bernameyên wiha Pêxember tîne bîra me"

Behçet Askan destnîşan kir ku bernameya Mewlida Nebî Pêxember tîne bîra wan û wiha got: "Divê mirov bibin ummeta Muhammed, nedin pey kafiran. Divê mirov li dînê xwe xwedî derkeve. Çalakîyên  wiha Pêxember tîne bîra me û pir xweş in. Divê em bernameyên wiha bişopînin."

"Ez hêvî dikim ku em dikarin vê heyecanê dîsa biceribînin"

Muhammed Beşîr Koyuncu, diyar kir ku ew ji bo bernameya Mewlida Nebî ji Qeyseriyê hatiye Amedê û wiha got: "Ev demeke dirêj e ku em ji bernameya mewlida pîroz dûr ketine, me bêriya wê kiriye.  Rêwîtiya me bi qasî 15 saetan ajot. Bi tekbîr û sirûdan hatin vê derê. Hêvîdar im ku bernameyên wisa êde bibin û em ê careke din vê heyecanê bibînin. Pêxemberê me rêberê me ye. Em hewl didin wek wî bijîn û heyata wî ji xwe re mînak distînin.”

"Ev bernameyên wisa mîrasa ku wî ji me re hiştiye zindî dikin"

Diyar Gungördüyê ku ji Stenbolê beşdarî bernameyê bû derbarê mijarê de wiha got: "Em ji Bağcilara Stenbolê tên. Wîladeta pîroz, jiyana Pêxemberê me, jiyana wî û mîrasa ku ew ji me re hiştiye dide îhyakirin. Em wê atmosfera manewî li vir dijîn. Em ji bo wî ji cihên ew qas dûr hatin. Tevlîbûnek pir zêde heye. Heyecanek pir dijwar heye. Ji ber pandemiyê 3 sal in bernameyeke wisa çênebûbû. Ji ber vê yekê heyecan û hezkirina gel ketibû ser hev."

"Dema ez hevalên şehîd Hesen di bernameyê de dibînim, mîna ku ez şehîd dibînim"

Mehmet Gokgozê bavê Şehîd Hasan Gokgozê ku di roja 4emîn a Cejna Qurbanê de bi hinceta bûyerên Kobaniyê ji teref alîgirên PKK/HDPyîyan ve bi awayekî hovane hat qetilkirin jî derbarê mijarê de hest û ramanên xwe anî zimên û got: "Bi rojan e em ji bo mewlûdê bi kelecan bûne. Ev çend sal in bernameyek çênebûye, me pir bêrîya wê kiriye. Xwedê ji kesên ku ev bername li dar xistine razî be. Xwedê her tim rojên wiha nîşanî me bide. Ez û  Şehîd Hesen carekê  pêkve hatibûn bernameyê me bi hev re dabû girtin.Bîranîna wî hîn li malê ye, ji ber vê yekê dema ku ez beşdarî bernameyê dibim ez kêfxweş dibim. Ji bo min hemû misilman Hesen in. Lê evîna Resûlê Xwedê ji her tiştî serdesttir û zêdetir e. Xwezî şehîdên me jî li vir bûna. Hesen dema ku ez li Mekkê bû ji min re got, "Tu herî ku derê here em bi te re ne." Niha ew jî bi me re ye. Niha jî ez hîs dikim ku ew mîna ku li pişt min be.”

"Em ji bo hezkirin û muhebbeta Muhemmedî hatin ba hev”

Necîp Önerê ku ji Hataya herêma erdhejê beşdarî bernameya Mevlida Nebî bû wiha got: "Em ji Îskenderûna Hatayê hatin. Em ji bo hezkirin û muhebbeta Muhemmedî hatin ba hev. Em ji herêma erdhejê hatin. Erdhejê bandoreke mezin li me kir, lê elhemdulîllah evîna Muhammediyê cuda ye, Xwedê van bernameyan zêde bike."

"Em bi heyecan in"

Husnü Yildirim jî derbarê bernameyê da hestên xwe anî ziman û wiha got: "Bernameyên wiha pir xweş in, em pir kêfxweş in. Em bi kelecan in. Em ê hem canê xwe hem jî mal û milkê xwe ji bo pêxemberê xwe feda bikin."

"Xwedê ji organîzatoran razî be"

Nuh Ozçoban, diyar kir ku ew dixwazin bernameyên bi vî rengî dewam bikin û wiha got: "Em ji Wanê ji bo beşdarî bernameyê bibin hatin vir. Xwedê ji organîzatorên vê bernameyê razî be. Xwedê xêra birayên me yên beşdarî bernameyê bûn qebûl bike.”

"Min di xewna xwe de Pêxember dît, ji bo beşdarî mewlûdê bibe dilezand"

Mehmet Bîroglû jî wiha got: "Em ji bo mewlûda ku ji bo Pêxemberê  me tê  tertîpkirin hatin vê derê. Ruhê min qurbana Pêxember be. Min doh di xewna xwe de Pêxember dît, ew qas lez û bez bû û dilezand. Dema min jê pirsî ka çima wisa ye.  Wî jî got ji ber ku ew di rêya mewlidê de ye wisa dilezîne.”(ÎLKHA)

 

 























Bu haberler de ilginizi çekebilir