• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Êrîş li Serokatiya Bajara Edîrneyê ya HUDA PARê hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer di 25ê Nîsanê saet di 07:00ê sibê de qewimî.

2 êrîşkarên ku heta niha nasnameyen wan nehatiye tesbitkirin tabelaya Serokayetiya Bajara Edirneyê ya HUDA PARe şikandin û zirar danê.

Serokê Bajarê Edîrneyê yê HUDA PARê Bayram Kinay diyar kir ku tabelayên wan ji teref êrîşkaran ve hatiye şikandin û got ku ew ji êrîşkaran gilîdar in.

Derbarê êrîşê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Hat destnîşankirin ku piştî gefên Serokê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş ên li dijî HUDA PARê yên ku gotibû "Ez ê koka wan biqelînim" êrîşên li dijî HUDA PARê zêde bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir