• DOLAR 32.208
  • EURO 35.026
  • ALTIN 2513.06
  • ...
Yapicioglu: Em li hember wan partîyên ku dijberên hev bûn û hatibûn ba hev, bûn terefdarê îstîqrarê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapicioglu piştî xwarina fitarê di bernameyê de axavtinek kir û  derheqê rojevê û tifaqên ku di navbera partîyan de tên kirin de nirxandinan kir û sedema hilbijartina wan a Tifaqa Cûmhur destnîşan kir.

“Em li hember wan partîyên ku dijberên hev bûn û hatibûn ba hev, bûn terefdarê îstîqrarê”

Yapiciogluyê ku di destpêka axavtina xwe de bixêrhatin da mêvanan Şeva Qedrê ya temamê alema Îslamê mibarek û tebrîk kir û dû re dest bi  axavtina xwe kir: “ Li welat di çend salên borî de gelek afetên mîna corona û erdhejê pêk hatin. Di ser van de jî herî dawî felaketa lehîyê pêk hat. Ji ber coronaya ku berî vê du salan pêk hat hilberîn kêm bû û bûhayê tiştan zêde bû. Li seranserê cîhanê ji ber vê yekê qeyran û krîzek rû da.  Di heyameke wisa ya ku tê de gelek problem hene li welat hakimbûna îstîqrarê pir muhîm e.  Di vê çarçoveyê de me li tabloya sîyasî mêze kir. Me dît li aîyekî yên ku dixwazin pergala serokatîyê berdewam bike û yên din jî daxwaz dikin ku pergala parlementerîyê berdewam bike.  Hinek partîyên wan yên ku ji bilî daxistina Erdogan û guhartina pergalê hema hema qet xalên wan hevpar tune ye hatin ba hev û destnîşan kirin ew ê pêkve Tirkîye îdare bikin.  Ger weke ku ew dibêjin ew werin îqtîdarê naxwe pêvajoyeke kaotîk û bêîstîqrarîyeke sîyasî li benda me ye. Lewra ew partîyên ku di warên fikir de ne wek hev û dijberên hev in hatine ba hev û dibêjin ‘em ê welat îdare bikin.’  Em di nav van şert û mercan de bûn terefdarê îstîqrarê. Bi gotineke din em li hember wan partîyên ku dijberên hev bûn û hatibûn ba hev, bûn terefdarê îstîqrarê.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir