• DOLAR 32.509
  • EURO 34.769
  • ALTIN 2405.867
  • ...
Li Rihayê baraneke  gur û zêde barîya
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Rihayê ji ber barana zêde ya ku danê êvarê barî bû di demeke kin da avê li ser rêyan girt.

Barana zêde ya li Taxa Yukari Goklu ya navçeya Halfetiyê bandoreke neyînî li jiyana rojane kir.

Ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê li hin taxên bajêr elektrîk qut bû, kuçe û kolan di bin avê de man.Di dîmenên ku hatin tomarkirin de tê dîtin ku welatî him bi wesayîtên xwe û him jî bi pîyatî sed zehmetîyan dikşînin.

Walîtiya Rihayê ji ber lehiyê hişyarî da welatiyan.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîyê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Li gor hişyariyên ji teref meteorolojiyê ve hat texminkirin ku barana zêde wê heta sibê dewam bike. Divê welatiyên me li hember neyînîyên wek lehî, bayê xurt û astengkirina çûnûhatinê baldar bin." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir