• DOLAR 32.199
  • EURO 35.021
  • ALTIN 2496.792
  • ...
Xortên dildar yên ku ji Elmanya hatine herêma erdhejê hewl didin ku derdan derman bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yasîn Erdogan’ê ku yek ji çar ciwanên ku ji ekîbeke pêk tên hatin cem mexdûrên erdhejê yên li Semsûrê, bang li xêrxwazên din yên li Ewropayêne kir.

Erdogan di daxuyanîya xwe de werê got, “Em çar kes ji Koln’a bajara Elmanya’yê bi navbêynkarîya Yetîm Elî ya Ewropa’yê hatin Semsûr’ê. Em li vê derê çi ji destên me were emê bikin. Her roj xwarinên cuda tên çêkirin. Em mecbur in ku alîkarîyê bikin kesên li vir in. Ez bang li hemû xêrxwazên li Ewropayê dikim ku bi ciddî alîkariya herêmên erdhejê bikin. Pêdivîyên vir hêjî berdewam e.”

“Însanên me pir zehmetîyan dikişinin”

Malîk Şenturk’ê ku yek ji wan xortan e ku ji Elmanya’yê hatine werê got:“Em ji Koln’ê bi xêrên xêrxwazan hatin vir. Xweda xêra wan qebûl bike. Xêrxwaziyên ku hûn dişînin li vir ji bo armancên piştgiriyê têne bikaranîn. Mînak ji bo fitara a niha. Ez dixwazim bangek bikim: Em xuşk û birayên xwe yên li vir ji bîr nekin. Çiqasî wext derbas bûbe jî mirovên li vê derê pir zehmetîyan dikişinin. Hêj pir hewceyî bi piştgirîyê heye.”

“Ji bo alikarîya we em spasdarin”

Yek ji wan xortan Bunyamîn Yetkîn ji bo alikarîya xêrxwazan spas kir û got ku “Daxwaza me yê li vê derê eve ku alikarîyên ku me ji Elmanya anîye bi xweşikî binirxînin. 24 se’et çay, av û şorba me yê germ heye. Ji xeyrî fitarê kumanyayê ku jibo paşivê bên belavkirin tên hazirkirin. Li vê derê rojê bi hezaran kes xwarina germ dixwe. Xweda ji ber xêra ku we kiriye ji we razî be.” (ÎLKHA)

 

 

 

 

 

 

 

 

 















Bu haberler de ilginizi çekebilir