• DOLAR 32.276
  • EURO 35.077
  • ALTIN 2467.332
  • ...
Koordînatorê  Sehaya Erdhejê yê Karwana Hêvîyê: Em ji bo meha Remezanê amadehîyên xwe dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Koordînatorê  Sehaya Erdhejê yê Karwana Hêvîyê Naîm Uslu derbarê amadehîyên ku ji bo meha Remezanê tên kirin de nirxandinan kir.

Uslu di nirxandina ku kir de destnîşan kir, em ji bo meha Remezanê amadehîyên xwe dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em wek Karwana Hêvîyê ji roja ewil a erdhejê ve ji erdhejzedeyan re alîkarîyê dikin.  A niha em li vê derê rojane ji 10 hezar kesî re 3 danan xwarinê çêdikin.  Xweda nesîb bike ew ê xebatên me yên alîkarîyê di meha Remezanê de jî berdewam bikin. Em a niha amadehîyan dikin. Li cihê nû yê ku ji bo me hatiye tahsîskirin em ê  him dîsa xwarinê çêkin û him jî ew ê erdhejzedeyên me karibin li cihê me yê nû karibin nimêjên xwe yên terawîhan eda bikin. Em ji vê derê cardin bang li xêrxwazên xwe dikin da ku xêran bikin û alîkarîyên xwe ji bo erdhejzedeyan bişînin.”(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir