• DOLAR 32.217
  • EURO 35.03
  • ALTIN 2445.703
  • ...
SON DAKİKA
Di erdheja Mereşê de hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane derket 45 hezar û 89 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya AFADê de ev daxuyanî hatin dayîn:

“Li gorî agahîyên ku di dawî de hatine bidestxistin 45 hezar û 89 welatîyên me canê xwe ji dest dane.

Li Mereş, Entab, Riha, Dîyarbekir, Edene, Semsûr, Kinikan, Hetay, Kilîs, Meletî û Xarpêtê 45 hezar û 89 kesan canê xwe ji dest dan. Hejmara kesên ji herêmê hatin tehliyekirin derket 1 milyon 971 hezar û 589 kesan.

Li herêmê 6 hezar û 368 personelên lêgerîn û xelaskirinê yên AFAD, PAK, JAK, JOAK, DÎSAK, Ewlehiya Peravê, DAK, Guven, îtfaiye, Xelaskirin, MEB, STK û ekîbên navneteweyî li herêmê dixebitin.

358 hezar û 37 çadir hatine danîn. Li 11 bajarên me di 332 cîhan de konbajarên me hatine çêkirin. Di 10 bajêr û 162 cîhan de jî çêkirina bajarkonteyniran jî didome. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir