• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
Li Cenînê 4 jê zarok 11 Fîlîstînî hatin şehîdkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Tenduristî ya Fîlîstînê, daxuyand ku li Cenînê 11 Fîlîstînî ji teref îşxalkEran ve hatine şehîdkirin, herî kêm 25 Fîlîstînî jî birîndar bûne.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku herî dawîn Vesim Ahid Ceradat (15) hatîye şehîdkirin.

Hîva Sor a Fîlîstînê jî daxuyand ku terorîstên îşxalker dest danîne li ser 3 xanîyên ku tehrîp kirine û 3 malbatên ku xwedîyê wan malan bûn jî hatine tehlîyekirin.

Rejîma îşxalker niha Cenînê dorpêç kirîye, êrîşî xanîyan dikin û bi tevî buldozeran binesazîya Cenînê tehrîp dikin.

Rejîma sîyonîst ji 7ê Cotmehê vir ve di êrîşên li Şerîaya Rojavayê de herî kêm 517 kesan şehîd kirine. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir