• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li hember afad û musîbetan Misliman bi “dia û îstîxfaran” xwe spartin Xwedê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yek ji wan bajarên ku lê ji teref Îttîhadul Ulema ve bernameya lê hat tertîpkirin Diyarbekir bû.  Di bernameya ku hat lidarxistin de endamên lijneya birêveberîyê ya Îttîhadul Ulemayê pirsa depremzedeyan kirin û bûn hevderdê wan.

Bernameya li Diyarbekirê li Park Ormana li Kayapinara Diyarbekirê hat lidarxistin.  Mislimanên ku di nav wan de zêc û zarok jî hebûn rahiştin seccadeyên xwe di wextê bernameyê de li parkê amade bûn. Li parkê ji wan kesên ku di erdhejê de rehmet kirine Yasîn hat xwendin û dia hatin kirin.

Piştî Yasîn û diayan  Endamê Îttîhadul Ulemayê Abdulqudus Yalçin bû mela û nimêja nîvro bi cemaatî hat edakirin.  Hema piştî nimêja nîvro nimêja cenazeyê ya giyabî hat edakirin.

Piştî nimêjê Mela Abudlqudus hember afad û musîbetan dia kir û temamê Mislimanên li wê derê jî bi amînan beşdarî diaya ku hat kirin bûn

Beşek diaya ku di bernameyê de hat kirin wisa ye:

Ey Xwedayê min ê ku hez ji wan kesên tewbe dikin, dike û tewbeyan pir qebûl dike! Em ji temamê gunehên xwe yên ku me bi hemdê xwe û bê hemdê xwe kirine poşîman in û em tewbe dikin.  Ya Rabbî! Em xezeba te xwe dispêrin merhemeta te, ji ezaba te xwe dispêrin efûya te. Ya Îlahî, tu me ji ber gunehên me ceza nekî! Ey Xwedayê me! Wan xuşk û birayên me yên ku di erdhejê de rehmet kirin û me bibexşîne.”(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir