• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ji bo nema erdhej pêk bên Misliman kom bûn û dia kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yek ji wan bajarên ku lê ji teref Îttîhadul Ulema ve bernameya lê hat tertîpkirin Êlih bû

Bernameya li Êlihê li Park Şerzan Kurt hat lidarxistin.  Mislimanên ku di nav wan de zêc û zarok jî hebûn rahiştin seccadeyên xwe di wextê bernameyê de li parkê amade bûn. Li parkê ji wan kesên ku di erdhejê de rehmet kirine Yasîn hat xwendin û dia hatin kirin.  Serokê Bajara Êlihê yê HUDA PARê Dawûd Şahîn, Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Mela Enwer Kiliçaraslan, ji Pakistan û alema Îslamê gelek alim û her wisa endamên sazîyên sîwîl beşdarî bernameyê bûn.

Piştî Yasîn û diayan  Alîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê  Mela Beşîr Şîmşek derbarê girîngîya rojê de axavtinek kir.

Mela Beşîr di axavtina xwe ya ku kir de  destnîşan kir “Em bawerî tînin her çi tiştê ku li ser vê kaînatê diqewime bi îradeya Xweda ye” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Piştî wan her du erdhejên mezin li gelek derên welatên me hêj erdhej diqewimin. Roj tune ye ku erdhej pêk neyên.  Ji ber vê yekê em Misliman divêji vê bûyerê ders û ibretê bistînin. Em bawerî tînin her çi tiştê ku li ser vê kaînatê diqewime bi îradeya Xweda ye û bêxebera Wî tiştek naqewime. Em ji Rebbê xwe re lavayî dikin ku me ji van musîbet û belayan xelas bike. “

Piştî axavtina Mela Beşîr, vêcar jî endamên Îttîhadul Ulemayê Mela Osman Tayfur dia kir û bername bi dawî bû.(ÎLKHA)









































Bu haberler de ilginizi çekebilir