• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ji dua, îstîxfar û nimêja cenaze ya xiyabî re bang
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî du erdhejên mezin yên li Mereşê di mezinahîya 7,7 û 7,6an de pêk hatin nêzê 8 hezarî erdhejên biçûk çêbûn.

ÎTTÎHADUL ULEMA û Weqfa Evîndarên Pêxember, di van rojên ku tirs û xemgînî ji ber erdhejê kêm nabin de ji bo bi daxwazîya dawîbûna erdhej û afadên weka wê, xelkê ew ê bi civakî ji bo dua, îstîxfar û nimêja cenaze ya xiyabî bê kirin kom dike.

Derheqê bernameyê de ji teref ÎTTÎHADUL ULEMA û Weqfa Evîndarên Pêxember ve daxuyanîya çapemenîyê hat dayîn. Daxuyanîya çapemenîyê ya ku hat dayîn ji teref Sekreterê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Muhammed Ozer ve hat xwendin.

“Wezîfeya ku dikeve ser milê însanan, piştî girtina tedbîran tewekkûlkirian ji Xwedê re ye”

Mele Muhammed Ozerê ku bi ayeta “Sond be ku em we hinek bi tirsê, hinek bi birçîbûnîyê, hinek ji mal û milkan, hinek ji canan û hinek jî kêmkirina hilberînan dê we îmtîhan bikin. Ji wan kesên ku sebr bikin re mizginîyê bide.” Dest bi daxuyanîyê kir bi bîr anît ku ev erdhej û afadên wek wê di çarçoveya qanûnê Xwedê Teala ku ji bo ‘erda dinyayê tayîn kirîye de pêk tênê û weha got, “Rebbê me bi tevî vê, wek ku di her karê de heye di meseleyên tebîetê de jî bûyeran bi sebeban re girê daye. Li vê derê jî wezîfeya ku li ser milê însanan dikeve eve ku; însan piştî tedbîrên xwe girt ji Xwedê re tewekkûlê bike. Çiqas jî tedbîr nikarin bikevin pêşîya qederê wezîfeya ku bi insanan dikeve tedbîr e, teqdîr karê Xwedê ye.”

Mele Ozer axavtina xwe weha doman, “Tu dem gerek em ji bîr nekin ku karê ku em di vê dinyaya îmtîhanê de dikin ew ê hesabê wê ji me were pirsandin û li alîyê Xwedê jî başîtî û xerabîya wek qasê zerreyê were kirin jî ew ê hesabê wê bê pirsîn û berdêlekî wê hebe. Em di meseleya îhmalên avahîyan de jî dixwazin ku bal bikşînin, di ev pêvajoya ku me jîyan kirîye de hemû kesên ku di avahîyên xera bûne de îhmalên wan hene mesul in, wan kesan di dema înşeatê de karên xwe yê îznê û kontrolê bi cîhneanîtine û divê ku hemû kes karê xwe saxlem bike.”

Ozer bal kişand ku ev dinya dinyaya îmtîhanê ye, tu tişt û bûyer jî ji vê îmtîhanê serbixwe nîne, “Ji ber vê yekê ku divê Misilman ji meseleyên ewakî re gerek ji alîyekî tenê û alîyê meddî lê nenêre û gerek di vê şiûrê de be. Li gorî ev ayeta ‘Bê agahîya wê pelekî jî nakeve xwarê’ wisa bawer bike ku her tişt ji Xwedê tê û bi îrade û qeweta wê çêdibe, gerek Misilman jî di vê şiûrê de be. Mirov jî ji tiştên ku tê serê mirovan tenê di alîyê meddî û pacekî de lê binhêre ev xeflet e.”

“Em dixwazin ku bira xelkê me şalikên xwe bigrin û beşdarî bernameyê bibin”

Ozer di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku Xwedê Teala di Qur’anê de derheqê qewmên berê de qelek xuyangan nîşanê me dide û bi vê şeklê jî hişyarîyê dide însanan û dixwaze ku însan li wan binhêrin û ji xwe re ders û îbredan derxin.

Ozer weha got, “Di vê çarçoveyê de tobeya xelkê Nînowayê yê ku qewmê Hezretî Yunus Eleyhîsselam e ji bo me mînakek e. Gerek em jî wek Misilmanan her musîbet û xerabîya ku tê serê mirovan zanibe ku ji nefsê wê ye û dema ku dûçarê ev bela û musîbetan be jî, qebûl bike ku ev tiş hişyarîyek e ji ber vê yekê ji xwe re ders û îbredan derxe û derheqê ka gelo ew çiqas wezîfeya xwe ya ebdîtîyê bi cîh tîne de xwe bike hesabê. Divê ku berê xwe ji Rebbê alemê re baxe û tobe û îstîxfar bike û divê ku ji xwe re, ji malbata xwe re, ji civaka xwe re û ji hemû Misilmanan re dua bike. Xeta û gunehên ku ên kirine bê terkkirin, ji însanên ku heqê wan ketîye ser wan jî helaltî bê xwestin.”

Mele Ozer nirxand ku di roja ‘ewil yê erdhejê de mirov bi civakî alîyê hevdu kirine û piştgirîyê dane hev, ev tişt jî gelek baş û xweş e. Ew destnîşan kir ku ev rehma xelkê Misilman yê ku ji hev re dike ew ê Xwedê jî celb bike, ji ber vê yekê divê ku ev riha alîkarî û piştgirîyê bê berdewamkirin.

Mele Ozer hemû xelkê dawetê bernameya ku roja yekşemê bê kirin kir û di dawîya axavtina xwe de weha got, “Ji ber vê yekê em di 26ê Sibatê roja Yekşemê de, di seat 12.00an de li Parqa Şehîdên 15ê Tîrmehê (Parq Orman) bi şîara ‘Ji Dua, îstîxfar û Nimêja Cenaze ya Xiyabî re bang’ bernameyek tertîp dikin. Em hemû xelkê xwe dawetê bernameyê dikin, bira xelkê me şalikên xwe bigrin û werin.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir