• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Serokê Karwana Hêvîyê Kurtaran: Lazimatîya me ya ciddî ji zexîreyê re heye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sazîyên alîkarîyê ya însanî Karwana Hêvîyê, Weqfa Êtîman, Avrupa Yetîm Elî û ÎHO EBRAR li herêma erdheja ku felaketek li wê derê hat jîyandin xebatên xwe didomînin, rojê ji 70 erdhejzedeyan re sê dan şîva germ çêdikin û belav dikin.

Kurtaranê ku di roja 18emîn a erdhejê de aşxaneya ku li navçeya Îskenderuna Hetayê vekirine zîyaret kir û lêkolînan kir bang li xêrxwazan kir.

“Li 10 bajaran jî xebatên me didome”

Kurtaran weha got, “Em wek malbata Karwana Hêvîyê ji roja ‘ewil heta niha di sehayê de ne. Em ger wek Karwana Hêvîyê ger wek Weqfa Êtîman ger wek Avrupa Yetîm Elî û ger jî wek ÎHO EBRARê protokoleke çarmend çêkir û bi şekleke lez ji bona ku birînên birayên xwe derman bikin derketin sehayê. Li 10 bajaran jî xebatên me didome. Em îro li Hetayê li Bexçeya Gel in. Ji alîyên dinê re jî belavkirina me ya zexîre, sitargeh, betanî, komir, êzing û sobe didome.”

“Em ê hejmarê ekîbên xwe yên mobîl zêde bikin”

Kurtaran diyar kir ku ew dê hejmarê ekîbên xwe yên mobîl zêde bikin ji bo ku xwe bighêjînin mirovên zêdetir, “Heta ku em birînên birayên xwe yên li vê derê derman bikin wê li vê derê bin û bi wan re bin. Em ê wan tenê nehêlin. Bi îzna Xwedê ew ê xebatên me bidomin. Wek li bajarên dinê me li vê derê jî navendên xwe yên koordînasyonê çêkirîye. Em wisa difikirin ku li gorî îxbarên ku ji me re tênê ji bona ku lazimatîyên mirovên zêde bi cîh bînin dê ekîbên xwe yên mobîl zêde bikin, lazimatîyên wan bibin ber derê wan û teslîmê wan bikin. Bi taybetî jî bernameyek wisa heye ku em herin gundan û lazimatîyên wan deran bicîhbînin. Em ev bernameyê li bajarên dinê dikin û ew ê li vê derê jî bikin. Em ê bi îzna Xwedê ev tiştê hinek dinê jî zêde bikin.”

“Em di meha Remezanê de jî li vê derê ne”

Kurtaran daxuyand ku lazimatîya wan yê ciddî ji zexîreyê re heye, ji be rvê yekê ji xêrxwazan re bang kir.

Kurtaran di dawîya axavtina xwe de weha got:

“Ez ji li vê derê bi taybetî dixwazim ku bang li xêrxwazan bikim. Demeke dirêj lazimatîya birayên me ji me re heye. Bira xêrxwazan alîkarîyên xwe ji me teqsîr nekin. Em ê jî di çarçoveya alîkarîya wan de bi îzna Xwedê ew ê ji bona ku lazimatîyên birayên xwe bicîhbînin wê bixebitin. Bi taybetî niha lazimatîyeke ciddî ji zexîreyê re heye. Çîmkî malbatên ku niha di konan de dijîn û gelek qelebalixin hene, hinek malbat jî hene ku xanîyên wan saxlem in lê eqrebeyên wan li cem wan dibînin û kûlfeta wan zêde ye. Ji bona ku lazimatîyên wan yên rojane temîn bikin lazimatîya ciddî ji taştê û zexîreyê re heye. Xeyn ji wê lazimatî ji amûrên paqijîyê re jî heye. Em jî ji bona ku van tiştan temîn bikin bang dikin. Ez ji xêrxwazan re sipasîyan dikim. Ji roja ‘ewil heta niha li alîyê birayê xwe bûne. Pêşîya me meha Remezanê ye. Ew ê di meha Remezanê de jî xebatên me bidomin. Em ê birayên xwe tenê nehêlin. Ger paşîv ger jî fitarî em ê ji bo wan xwarinê temîn bikin û ev xebatê xwe bidomînin. Di sehayê de nêzê hezar û 200 ciwanên me bi dildarî şev û roj dixebitin. Xwedê ji wan û ji hemû kesan razî bibe.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir