• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Hetayê di mezinahîya 4an de erdhej
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokatîya Bireveberîya Rewşa Lezgîn û Afatê (AFAD), daxuyand di seat 08.46an de li Arsuza ku navenda erdhejê bû di mezinahîya 4an de erdhejek hat qeydkirin.

Hat îfadekirin ku kûrahîya erdhejê 7.29 kîlometre hatîye pîvandin.

Li Hetaya ku piştî du erdhejên mezin yên ku li Mereşê di mezinahîya 7,7 û 7,6an de pêk hatin bi bandor bû di 20 Sibatê de di mezinahîya 6,4 û 5,8an de erdhejan pêk hatibûn.

Li Hetaya ku bi hezara avahî hilweşîyabûn xebatên rakirina kavilan didome. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir