• DOLAR 32.212
  • EURO 35.032
  • ALTIN 2512.457
  • ...
Ji Filistînê ji bo rêxistinên navneteweyî banga civîna lezgîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di encama êrîşa rejîma îşxalker a sîyonîst ku li Nablusê kir de 10 Filistînî şehîd bûn, 102 Filistînî birîndar bûn, ji ber vê yekê hikumeta Filistînê jî ji BMGKyê daxwazîya civîna lezgîn kir.

Wezîrê Karên Derve yê Filistînê Riyad el-Maliki, di daxuyanîya ku bi niviskî belav kir de, destnîşan kir ku ji ber sûcên ku rejîma îşxalker kirîye ji xelkê Filistînê re parastina navneteweyî bira bê dayîn.

Rîyad el-Malîkê, ji ber sûc û qetlîamên îşxalkeran a ku li dijî Filistînîyan dike weha got, “Me ji bona ku ji Filistînîyan re parastina navneteweyî bê dayîn daxwazî kir.”

Malîkî diyar kir ku ew ji Yekîtîya Ereb û ÎÎTyê re jî banga civîna lezgîn kirine. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir