• DOLAR 32.327
  • EURO 34.859
  • ALTIN 2386.228
  • ...
Li Florîdayê teqîn: 2 mirî, 5 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, di sîteya senayî ya Medleya ku li navçeya Mîamî-Dadeya ku girêdayê wîlayeta Florîdayê ye de pêk hat.

Li gorî çapemenîya mehellî teqîn di dema qaynaxê de ji ber çirûskê şewateke ku hêj sedema wê nayê zanîn pêk hat. Bi tevî şewata ku derket teqînek jî pêk hat.

Di encama teqînê de li gorî diyarîyên ‘ewil 2 kesan canê xwe ji dest dan, 5 kesan jî birîndar bûn.

Ji ber belavbûna şewatê wesayîtek jî şewitî û bû xûrde. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir