• DOLAR 32.266
  • EURO 35.094
  • ALTIN 2466.44
  • ...
Li Dîyarbekirê konên nû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di encama erdheja ku li Mereşê pêk hat û bi navê “Felaketa Sedsalê” hatîye binavkirin de 10 bajar tesîrdar bûn. Ji bajarên ku ji erdhejê tesîrdar bûne yek jî Dîyarbekir e û li Dîyerbekirê jî 7 avahî bi temamî zerarê dîtin.

Di bin koordînasyona AFADê de ji bo kesên ku ji erdhejê zirar dîtine sitargeheke nû ya demkî bê çêkirin xebatên binesaziyê dest pê kirin.

Li ser erda vala ya li ser rêya Diyarbekir-Farqînê ji bo erdhejzedeyên ku malên wan hilweşiyan û zirareke mezin dîtî xebatên binesaziyê hatin kirin û ji bo vekirina 4 hezar û 200 konan li ser qadeke 190 hezar metrekare xebat hat destpêkirin.

Ekîbên Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ) dê xebatên binesaziya ava vexwarinê û kanalîzasyonê bimeşînin da ku hewcedariya ava tuwaletê û ava vexwarinê ya li herêmê bê dîtin.

Li bajarê kon dê tuwalet, beşa serşuştinê, cilşûştinê û qada civakî ji bo hemû pêdiviyên welatiyan bên bicihanîn. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir