• DOLAR 32.238
  • EURO 35.051
  • ALTIN 2515.131
  • ...
Di êrîşa li dijî welatîyên Kurdistanê de geşedanê nû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin wan kesên ku hatine binçavkirin, eqrebeyên wê şikdarê ku bûyera Mêrdînê organîze kirîye ne û ji wan yek jî li Dihokê bi wê şikdarê re di ‘eynî malê de jîyaye.

Hat ragihandin her 3 şikdarên ku hatine binçavkirin jî li gorî qerara dadgeha Tirkîyê ger ku bêsûc bên dîtin ew ê bên berdan.

Erebeya ku ji Dihokê ji bona ku biçe Dîyarbekirê birê ketibû, di 19ê Çileyê de li Mêrdînê jê re kemînek hatibû tertîpkirin û 3 jê pîrek 5 kesên ku di nav erebeyê de bûn hatibûn qetilkirin.

Abdullah Salîh Mustafa (69) û Celaleddîn Îbrahîm (45) yên ku di qetlîamê de hatibûn qetilkirin li Dihokê alimên ku dihatin naskirin in.

Şikdarên ku hatibûn binçavkirin di îfadeyên xwe de gotibûn ku ew ji ber “dizîyê” ev karê kirine. Lê ne girtina pere û tiştên bi qîmet yên qurbanîyan mirovan dide fikirandinê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir