• DOLAR 32.257
  • EURO 35.1
  • ALTIN 2466.98
  • ...
Li Pakistanê di êrîşa mizgeftê de hejmarê mirîyan derket 83 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên medyaya Pakistanê, di encama êrîşa ku li mizgefteke li bajara Peşawera ku girêdayê wîlayeta Xeyber Paxtunxwaya ku li nêzê sînora Efxenistanê ye hat kirin de hejmarê qurbanîyan derket 83 kesan, 100î zêdetir mirov jî birîndar bûn.

Li gorî rayedarên ewlehî yê neteweyî, di mizgefta ku bi tevî leşker û polêsan gelek mirov hene de di dema nimêja nîvroyê de xwekujek xwe teqand. Bi tesîra teqînê di mizgeftê de zerareke mezin pêk hat.

Hat destnîşankirin ku di encama teqînê de di mizgeftê de 500 kes hebûne û xebatên ku ji bona kesên ku di bin enqazê de mane bên xelaskirin jî hêj didome.

Li giştîyê wîlayetê şîn hat îlankirin.

Ji Tirkîyeyê peyama şînê

Ji teref Wezareta Karên Derve yê Tirkîye ve jî derheqê êrîşê de daxuyanîyeke şermezarîyê hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Bi şekleke xemgîn hatîye hînbûn ku di encama teqîna terorê ya ku li bajara Peşawera Pakistanê hat kirin de, gelek sîvîl canê xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.

Em ev êrîşê bi tundî şermezar dikin; ji bo kesên ku di êrîşê de canê xwe ji dest dane ji Xwedê daxwazîya rehmê, ji hikumet û xelqê Pakistan a dost û bira re jî sersaxî, ji birîndaran re jî şîva lezgîn dixwazin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir