• DOLAR 32.202
  • EURO 35.022
  • ALTIN 2451.683
  • ...
Hamas: Berxwedana Filistînê ew ê girtiyan azad bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Merdawî destnîşan kir ku zulm û binpêkirinên ku li zîndanên Filistînî yên di zindanên rejîma îşxalker de tên kirin nîşaneya siyaseta dewleta îşxalker a siyonîst e.

Merdavî diyar kir ku Îtamar Ben-Gvirê sîyonîst difikire ku zilm û zordariya li ser girtiyan û veguhestina girtiyan ji zindanekê bo girtîgeheke din ew ê di nav çar dîwaran de bimîne û destnîşan kir ku berxwedana Filistînê ji bo soza ku dabû girtiyan bi cih bîne dest bi xebatê kir.

Merdawî diyar kir ku berxwedana Filistînê dê rê nede binpêkirina girtiyan û ji bo ku girtiyan ji zindanên rejîma îşxalker rizgar bike ew ê hemû hewldanan bide û diyar kir ku her êrîşek ku girtiyan bike hedef dê bibe sedema pevçûnan û îşxalker dê neçar bin ku gavekê paş bavêjin.

Piştî ku rêveberiya girtîgehên rejîma îşxalker herî dawî zext li girtiyên Filistînî yên li girtîgehên Ofer, En-Nakab, Mecdu û Ed-Damon ê girtin û qutkirina elektrîka qawîşên Girtîgeha En-Nakabê di zindanên rejîma îşgalker de alozî derketîye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir