• DOLAR 32.21
  • EURO 35.018
  • ALTIN 2510.251
  • ...
Di êrîşa ku li Mêrdînê li malbateke Dihokî hat kirin de hejmara qurbanîyan derket 5an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh êvarî li ser rêya Nisêbînê kesên çekdar êrîş birin li ser wesayîta malbateke Dihokî. Di encama êrîşa ku hat kirin de 4  kes rehmet kiribûn û çend kes jî birîndar bûbûn. Hat hînbûn kesek ji yên birîndar îro rehmet kir û hejmara qurbanîyên êrîşa çekdar derket 5an.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama lêpirsîna ku hat destpêkirin de 4 jê Nisêbînî  yek jê Herêma Kurdistanê tevde 5 kes hatin binçavkirin.

Navê kesên ku di êrîşê de rehmet kirine wisa ye: Abdullah Salih Mustafa Mamîsî (69) xanima wî Çimen Şahin Xalid (75) û qîzên wan Hindirin Abdullah Salih (39), Wahide Haydar Casım (63) û kurên wan Ahmed Celaleddin İbrahim Bêzelî (45) (ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir