• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Li Edeneyê tir û mînîbûs li hev qelibîn: 18 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li Çarrêya Baklaliya li ser rêya D-400ê ye pêk hat.

Mînîbûsa bi plaqeya 63 AED 121 a ku di bin kontrola Îsmet Şenateşê de bû û ji Sêwregê rêwîyan dibir Edeneyê, di Çarrêya Baklaliya li ser rêya D-400ê ye de bi tira bi plaqeya 33 CRB 60 ya ku di bin kontrola Huseyîn Çîtçî de ye li hev qelibîn.

Di encama qezayê de ji şofêran Şenateş û 17 kesên ku di mînîbûsê de bûn birîndar bûn.

Li ser xeberdayîna mirovên ku qezayê dîtin ve ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristîyê hatin sewqkirin.

Birîndarên ku li cîhê bûyerê ji wan re midexeleya ewil hatin kirin, bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir