• DOLAR 32.203
  • EURO 35.016
  • ALTIN 2498.787
  • ...
Li Mêrdînê şerê bi çek: 6 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, endamên du malbatên ku ji berê ve di navbera wan de neyartî hebûye, di Sîteya Senayîya Biçûk de leqayê hevdu hatine. Di şera ku di navbera wan herdu malbatan de bi tevî çekan derket de ji herdu alîyan jî 6 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin. Mirovên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Nisêbînê. 3 birîndar jî ji ev derê sewqê nexweşxaneya Qoserê hatin kirin.

Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e û li derdorê nexweşxaneyê û sîteya senayîyê ewlehîyeke mezin hat girtin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir