• DOLAR 32.238
  • EURO 35.063
  • ALTIN 2511.49
  • ...
Li Yemenî avahîyeke 3 qatî hilweşîya: 9 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat diyarkirin ku di encama hilweşîna avahîya ku li gundê Dajraha ku girêdayê navçeya Al Baydayê ye pêk hat de 9 kes canê xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn.

Rayedaran destnîşan kirin di navbera kesên ku canê xwe ji dest dane de 3 endamên tenduristîyê yên ku ji bo xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatine cihê bûyerê û di bin enqazê de mane ne.

Ji teref rayedaran ve hat daxuyandin ku 12 kes jî ji binê enqazê bi saxîtî hatin derxistin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir