• DOLAR 32.204
  • EURO 35.016
  • ALTIN 2522.085
  • ...
Li Êlihê êrîşa çekdar: Mirîyek 3 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li Taxa Akyurekê pêk hat. Li gorî îddîayan di navbera kesên ku ji berê ve di navbera wan de neyartî hebûye de nîqaş derket û dû re jî bi çekan şer pêk hat.

Kesê ku di nîqaşê de çekê xwe derxist Mehdî B. Mehmet Şîrîn K. Ridvan A. û Hayrettîn K. birîndar kir.

Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristîyê hatin sewqkirin. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

 Ji birîndaran Mehdî B. li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Polês derheqê bûyerê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir