• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Li Diyarbekirê ambûlans û tanker li hev qelibîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, doh di derdora seat 13.30an de li ser rêya Rêbeja Diyarbekir-Farqînê pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin wesayîta ambulansê ya ku ji aliyê navçeya Farqînê ve nexweş dibirin Diyarbekirê li tankera ku di bin kontrola Murat Mungan de bû û ji Licê ber bi Diyarbekirê ve diçû li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 6 kesên ku di nav wan de doktor, 2 personelên tenduristiyê, zarokek û bav û ajokarê ambûlansê hebûn birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansên dinê yên ku sewqî cihê qezayê hatin kirin rakirin nexweşxaneyê.

Ji birîndaran zarokê 6 salî ku rewşa wî giran bû, digel temamî mudaxeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir