• DOLAR 32.212
  • EURO 35.032
  • ALTIN 2512.457
  • ...
Li Erebistana Siûdî ji ber têkbirina Arjantînê tetîla fermî hat îlankirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di pêşbirka ewil a Koma C ya Kûpaya Dinyayê ya 2022an da Arjantîn û Erebîstana Siûdî hatin hemberî hev. Micadele bi encama 2-1 li hember Erebîstana Siûdî qediya.

Erebistana Siûdî bi erêkirina Welîehd Mihemed Bin Selman û Qral Selman roja Çarşemê tetîla neteweyî îlan kir, piştî ku 36 lîstikên Arjantînê yên bê têkçûn şikand.

Li welat hemû xebatkarên sektora giştî û taybet û xwendekarên di hemû astên perwerdehiyê de wê betlaneyê derbas bikin.

Herî dawî Arjantîn di 3ê Tîrmeha 2019an de li hemberî Brezîlyayê 2-0 têk çûbû. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir