• DOLAR 32.238
  • EURO 35.063
  • ALTIN 2511.49
  • ...
Yapicioglu tê Rihayê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Bajêrê Riha yê HUDA PARê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Serokê me yê Giştî Birêz Zekerîya Yapicioglu ji bo hinek zîyaretan di navbera dîrokên 22-23-24ê Mijdara 2022yan de rûmetdarê bajara me dibe. Serokê me yê Giştî, di zîyareta xwe yê berê de li navenda bajêr hinek zîyaretan kiribû. Ji ber ku Riha peytexta çandinê ye ew ê di ev zîyaretê de jî gund û navçeyên ku çandinê herî zêde tê kirin bigere.”

Yapicioglu, wê di 22 û 23yê Mijdarê de li navçeyên Sêwreg, Curnê Reş û Çîkanê, di 24ê Mijdarê de jî navenda Rihayê û Kanîya Xezalan zîyaret bike.

Yapicioglu, wê di 24ê Mijdarê de di seat 09.00an de bi encamên çapemenîyê re were cem hev û şeva wê rojê jî di seat 20.30yan de beşdarî bernameyeke televîzyoneke mehellî bibe. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir