• DOLAR 32.386
  • EURO 34.6
  • ALTIN 2390.39
  • ...
HUDA PAR: Divê Tirkîye  bi naskirina Efxanistanê ji welatên Îslamê re bibe mînak û pêşeng
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ramanli di nirxandina ku kir de destnîşan kir, divê Tirkîye Efxanistanê nas bike û bi vê helwestan xwe ji wan welatên din ên Îslamê re bibe mîna û pêşeng.

“Pêwîst e ku Tirkîye birêveberîya Efxanistanê nas bike”

Ramanli di berdewama nirxandina xwe de destnîşan kir, ji ser bi dawîbûna îşxala Amerîka ya ku li Efxanistanê 20 sal berdewam kir salek derbas bû. Ramanli dû re wiha li nirxandina xwe zêde kir: “Gelê Efxanê yê ku li dijî îşxalê li ber xwe da di  vê pêvajoyê de Emîrtîya Îslamê damezrand û hewl da ku li welêt îstîqrar, hizûr û ewlehîyê saz bike.Lê belê Amerîka û alema Xerbê yê ku bi çek û topan nikaribûn Efxanistanê niha hewl didin bi ambargoya sîyasî û îqtîsadî bighijin meqsedên xwe yên li Efxanistanê. Amerîka û alema Xerbê ya ku Emîrtîya Îslamê nas nake, nahêle ku welatên din jî wî nas bikin. Her wisa Amerîka dest danîye milyar dolarên Efxanistanê yên di bankayan de.Ramanliyê ku got, Tirkîye û Efxanistan du welatên birayên hev in û pêwendîyên wan qedîm in di berdewama nirxandina xwe de wisa destnîşan kir: “Digel vê yekê Tirkîye him Emîrtîya Îslamê nas nake û him jî pêre pêwendîyên fermî nade destpêkirin.  Serokomar Erdogan heftîya borî di civîna “Zîrveya Konferansa Ewlehî û Hevkarîyê ya Asyayê” ya ku li Astanayê hat lidarxistin de destnîşan kir ku “Divê Efxanistan divê ji qedera xwe re neyê terkkirin, divê em wek camîaya navneteweyî desteka xwe ya însanî jê re bidomînin.’ Ev yek bangeke muhîm bû. Lê belê welatek bes bi alîkarîyên însanî nikare li ser pîyan bisekine. Pêwîst e ku Tirkîye birêveberîya Efxanistanê nas bike, dîsa lazim e di serî de di warê îqtîsadî û sîyasî de û her wusa di warên din de pêwendîyan bide destpêkirin û van pêşve bibe. Divê Tirkîye  bi vê yekê ji welatên Îslamê re bibe mînak û pêşeng. Pêwendîyên di navbera Efxanistan û Tirkîyeyê de him ji bo her du welatan û him jî ji bo coxrafyaya Îslamê muhîm in.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir