• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Ji Platforma Karwanê Şehîdan ji bo bernameya şehîdên 6-8ê Cotmehê dawet
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li ser qetilkirina Yasîn Börü, Huseyîn Dakak, Hasan Gokgoz, Rîyad Gûneş, Turan Yavaş û Cumalî Gûneş li Dîyarbekirê û gelek mirovên dîndar ên ji teref PKK/HDPê ve 8 salan derbas bûn.

Platforma Karwanê Şehîdan jî ji bona şehîdan li ser gora wan ew ê bernameya yadkirinê lidarbixe.

Omer Çelîkê Serokê Platforma Karwanê Şehîdan, di daxuyanîya xwe de bîr anît ku wan ciwanên ku wek Eshabê Keyfê ên vê dewrêne û di Cejna Quranê de ji bona feqîran goştê qurbanê belav dikirin, ji teref wan kesên ku bi emrê PKK/HDPê ve derketibûn derve ve hatin qetilkirin.

Çelîk di axavtina xwe de weha got, “Dema ku em li dîroka Îslamê binhêrin em ê bibînin ku Misilmanan, ji heta Hz. Adem vir ve dûçarê zilmên ewakî bûne lê ti dem ji armanca xwe yên qezenckirina rizayê Îlahî veneqetîyane. Heqeten hemd ji Xwedê re ku xwîna şehîdên 6-8ê Cotmehê jî wek tovekî şîn bûye. Dibe ku Yasînan, Hasanan, Rîyadan, Huseyînan, Cumalîyan çûbin lê ji cihê wan re bi hezaran hatine. Ev de’wa ew ê heta qîyametê jî ewakî bidome.”

Çelîk di dawîya axavtina xwe de bang kir ku ew wê bi minasebeta şehîdan roja 8ê Cotmehê li ser gora şehîdan bernameya yadkirinê lidar bixin û xelqê jî dawetê ev bernameyê kir. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir