• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
SON DAKİKA
Erebeya ku ji rê kontrolê derket gêrê şerempolê bû: 6 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, di seatên êvarê de li Taxa Alpagutê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, erebeya bi plaqeya 14 GG 572 yê ku di bin kontrola C..Ö. de bû, di dema vîrajê de şofêrê erebeyê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û li şerempolê gêr bû.

Di encama qezayê de şofêrê erebeyê û 5 kesên ku di av erebeyê de bûn birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Birîndarên ku di nav erebeyê de asê mabûn ji teref ekîbên îtfaîyeyê ve hatin derxistin û bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir