• DOLAR 32.191
  • EURO 35.025
  • ALTIN 2452.773
  • ...
Rejîma îşxalker a siyonîst êrîşî Kampa Miltecîyan a El-Celezunê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî çavkaniyên herêmî, ciwanên Filistînî li kolana sereke ya li kêleka kampa miltecîyan kevir avêtin hêzên îşxalker û lastîkan şewitandin.

Her wiha hêzên îşxalker jî bombeyên gazê û bombeyên deng avêtin xwepêşanderan. Bi guleyên rastî û fîşekên lastîk êrîş kirin. Lê belê hat ragihandin ku ji ber êrîşan birîndar çênebûne.

Hat dîtin ku gelek leşkerên îşxalker li derdora qada cihûyan a Beytê kom bûne.

Hate diyarkirin ku hêzên îşxalker rêya Kampa miltecîyan a El-Celezûn û bajaroka El-Bire ya nêzî Ramallahê ye ve girê dide, girtin.

Hêzên îşxalker îro danê sibê li nêzî Kampa Miltecîyan a El-Celezûnê bi çekê êrîşî wesayîteke 3 ciwanên Filistînî kirin û di encamê de Basîl Basbus û Xalîd Enber Ed-Debbas ji şêniyên El-Celezûnê şehîd bûn û ciwanek jî birîndar bû.

Piştî şehadeta 2 ciwanan li Wargeha Miltecîyan a El-Celezûn greva giştî hate îlankirin. Dikan hatin girtin û perwerde li dibistanan hat sekinandin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir