• DOLAR 32.224
  • EURO 34.786
  • ALTIN 2456.801
  • ...
Li Stenbolê ji bona Şêx Yusuf el-Qeredawî nimêja cenazeya giyabî hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji nimêja cenazeyê ya ku ji teref Yekîtîya Alimên Misilman yê Navneteweyî ve li Mizgefta Fatîhê hat kirin re, ji welatên Îslamî wek Tirkîye, Misir, Filistîn, Sûrîye û Rojhilata Tirkistanê gelek alim, rispî û mirov beşdarî bûn.

Nimêj, ji teref Şêx Usame el-Rifaîyê ji alimên Sûrîyeyê ve hate kirin û dû re jî Prof. Dr. Mustafa Karataş axavtinek kir û di axavtina xwe de weha got, “Yusuf Qeredawî di dewra dawîn de micadeleyeke herî mezin da û sekineke rast nîşan da, em şahidin ku ew alimeke rebbanî ye û daîma li hemberî zilmê, kufrê û şîrkê bûye û daîma li hember wan serî rakirîye. Wek ku ew bi ‘ilmê xwe, îrfana xwe û teqwaya xwe micadeleyê dikir li ser dinyayê jî alimên Misilmanan anît cem hev û rêya naskirina me ji hevdu re û hereketkirina bi tevî hev ji me re nîşan da. Ev xebata wî ya ku di nav alimên Îslamê de kir, di nav vê dewra dawîn de ciheke ku tu car ew ê neyê jibirkirin bigre. Ev derîyê ku ew vekirîye ew ê tu car neyê girtin û di dîrokê de cih bigre. Hemû cîhan wî hezkir. Hema hema ez dikarim bibêjim ku di nav aliman de tu kes tuneye ku Yusuf el-Qeradawî nas neke. Tirsa ji Xwedê Teala bê kirin çawa dibe bi rastî jî em bi sekina wî hînbûn. Em teqwayê, neveşartina gotina heq ji sekina wî hîn bûn. Di navbera Misilmanan de muhîmtîya yekîtî û hevkarîyê em bi sekina wî hîn bûn. Em ê bi xwendekarê wî, kesên ku wî hez dikin û birayên wî yên mumin di rêya wî ya ku vekirîye de biçin û çûndina ev rê jî em ji xwe re wek deynekî dihesibînin. Serê me hemûyan sax be.”

Nimêja cenazeya giyabî, bi xwendina duayê ya ji teref Abdulxaliq Hasan Eş-Şerîfê ku endamê Yekîtîya Alimên Misilman yê Cîhanê ye ve hate kirin dawî bû. (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir