• DOLAR 32.2
  • EURO 35.031
  • ALTIN 2504.794
  • ...
Yapicioglu: Ger ku Yunanistan başîya xwe dixwaze bila neyê provokasyona Rojavayê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku di çarçoveya seferên memleketê de hat Mereşê piştî ziyareta xwe ya esnafan pirsên endamên çapemeniyê yên der barê rojevê de bersivand.

Yapicioglu li yek ji cadeyên herî qelebalix ên Mereşê esnafan ziyaret kir û bi baldarî li pirsgirêk û derdên esnafan guhdar kir.

Yapicioglu, ji esnafan pirs kir ku divê bi taybetî li Mereş û li welêt çi bê kirin, Yapicioglu destnîşan kir ku tiştên ku jê re hatine gotin bila bên nivîsandin.

Yapiciogluyê ku piştî ziyareta esnafan li Mizgefta Mezin nimêja nîvroyê kir, di derketina nimêjê de bersiva pirsên rojnamegeran da.

"Heger şer derkeve wê Yunanistan herî zêde zirarê bibîne"

Yapicioglu der barê çewisandina Yunanistan ya li hemberî Tirkiyeyê de nêrîna wî pirsî, bi bîr xist ku ev demeke dirêj e bi Yunanîstanê re li ser hinek nakokiyên li Egeyê bi taybetî jî li ser giravan û parzemînê an jî li ser Deryaya Herêmê pirsgirêk hene.

Yapicioglu destnîşan kir ku di van demên dawîn de rageşî hinekî zêde bûye û destnîşan kir ku divê Yunanistan ji aliyê Rojava ve neyê xapandin.

Yapicioglu weha got, "Em di wê baweriyê de ne ku zêdebûna rageşiya Yunanistanê weke ku ji aliyê kesekî ve hatiye provokekirin. Em difikirin ku Yunanistan bi îradeya xwe tevnagere. Berê Ukrayna û beriya wê jî Gurcistanê dîsa bi provokasyonên dewleta Rojava hinek hereketan pêk anîn lê di dawiyê de Rojava têk çû, ger rêveberiya Yunan berjewendiyên miletê xwe, ewlekariya miletê xwe û bextewariya xwe dixwaze, bila neyê provokasyonan, bi taybetî jî provokasyonan ya Emrîqa û Îngilîstanê yan jî welatên din ên Ewropî şer ne tiştekî baş e, lê eger şer derkeve, zirara herî mezin wê bigihê Yûnanistanê, divê Yunanîstan jî bibîne ku em dibêjin bila Tirkiye û Yunanistan dev ji helwesta xwe ya provokatîf berdin. Di navbera Tirkiye û Yunanistan de şerekî wiha dest pê bike, divê Yunanistan bizane ku tu carî sûd jê nayê girtin. Ji ber vê yekê em zûtirîn dem hêvî dikin ku ew dev ji wan hereketên xwe yên ptovokatîf berde."

"Rojava hewl dide xeletiya ku her desthilatdariyê ku bike wekî ku sûcê Îslamê be dide nîşandan"

Yapicioglu di bersiva pirseke ku derbarê bûyerên li Îranê despêkirî de hat pirsîn, diyar kir ku bûyerên vê dawiyê yek ji wan rewşan e ku ev demeke dirêj e Rojava hewl dide ku bi rê ve bibe.

Yapicioglu bal kişand ser vê yekê ku ev nêzî 40 sal in Rojava dest ji hewldan û hewldanên xwe yên di vê mijarê de bernedaye û got, "Rojava dixwaze vê rejîmê birûxîne û dibe ku weke berê rejîmeke pelçiqandî ava bike. Li Îranê hin daxwazên gelên Îranê hene. Ev daxwaz hene. Rast bûn, neheq bûn, zêde bûn, normal bûn... Bêyî ku têkevin nav wê, ez ji we re dibêjim ku dema tiştek li wir diqewime, piraniya kesên ku dixwazin wê wekî dijberê rejîmê bifiroşin an jî hîn bêtir li dijî Îslam, bi rastî jî pirsgirêka wan ne rejîma Îranê ye, armanca wan û pirsgirêka wan Îslam e. Li Îranê yan welatekî din, ev dê Tirkiye be yan welatekî din ê îslamî be... şaşitiyeke ku ji aliyê her desthilatdar û misilmanekî asayî ve hatiye kirin, weke ku şaşiyeka Îslamê ye ji xelkê re difiroşe û bi vî awayî mirovan ji Îslamê dûr dixin û sar dikin. Ez wisa difikirim ku geşedanên dawî yên li Îranê bi vî rengî werin xwendin dê sûdmend be." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir