• DOLAR 32.539
  • EURO 34.769
  • ALTIN 2405.545
  • ...
Karwana Hêvîyê li Rihayê ji bo mihtacan ew ê kermesek tertîp bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ew ê li Qada Topçuya ku li navçeya Xelîlîye di navbera 26ê Îlonê û 2yê Cotmehê de ji bona kesên mihtac kermesek bê tertîpkirin.

MAHMUT ÇELÎK

Mahmut Çelîkê Serokê Karwana Hêvîyê yê Rihayê, derheqê kermesa ku bê kirin de axivî.

“Em xelqê xwe yê Rihayê dawetê Qada Topçuyê dikin”

Çelîk di axavtina xwe de destnîşan kir ku ew hêvîya alîkarîya xelqê Rihayê ne û axavtina xwe weha domand, “Em bi Karwana Hêvîyê yê Rihayê li Qada Topçuya di navbera 26ê Îlonê û 2yê Cotmehê de ji bona kesên mihtac ew ê kermesek tertîp bikin. Ji kermesa ku em ê tertîp bikin re hemû xelqê xwe yê Rihayê dawetê kermesê dikin. Ji bona ji wan mirovên mihtac re alîkarîyê bişînin û bikin di vê pirsgirêka aborîyê de hêvîya alîkarîyên we ne. Em ji bona lazimatîyên dinê yên ku bi destpêkirina dibistanê lazimatîya cil, qirtasîye, xercaneya dibistanê û heqê serwîsê hêvîya alîkarîya xelqê Rihayê ne. Xelqê me bi anîtina şîv, cil û solan ji kermesê re dikarin alîkarîyê bikin. Kesên xêrxwazan bi hatina li wê derê û standina tiştên li wê derê dikarin ji me re alîkarîyan bikin. Ew li wê derê him lazimatîyên xwe dikarin bikar bînin û bi vê şeklê jî dikarin ji mihtacan re alîkarîyê bikin. Em bi vê wesîleyê hemû xelqê xwe banga Qada Topçuyê dikin. Ji hemû kesên ku alîkarîyê bikin Xweda Teala razî bibe.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir