• DOLAR 32.201
  • EURO 35.028
  • ALTIN 2502.509
  • ...
Sekreterê Giştî ê HUDA PARê:Di girtîgehê de girtina kesên dayik, nexweş û îxtîyar eyba mirovahîyê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Demîr di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di girtîgehê de girtina wan dayikên ku zarokên wan hene û di girtîhehê de tên girtin û wan kesên nexweş û îxtîyar ên ku nikarin li xwe mêze bikin eybeke mezin e û divê Tirkîye demildest vê eybê ji ser xwe bavêje û vê meseleyê safî bike.

Demîr di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir “Orgeneral Çevîk Bîrê ku di bergeha darbeya 28ê Sibatê de  jê re cezaya hepsa muebbet hatibû dayîn bi hinceta nexweşîya pêre hat berdan lê belê kesên mîna Şeyhmus Alpsoy û bavê wî Mehmet Emîn Alpsoy(75) ên ku xwedîyê hessasîyeta Îslamî ne û nexweş in nayên berdan ku ev her du kes bi kumpas û komployan hatibûn girtin û rewşa wan ji Bîr xerabtir e. Niha bi sedan kesên mîna van kesan di girtîgehê de tên girtin.Ev yek ne ya qebûlkirinê ye û divê demildest bê çareserkirin.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir