• DOLAR 32.205
  • EURO 35.007
  • ALTIN 2499.04
  • ...
Otobûsa ÎETTyê li dîwarê qelibî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, di derdora seat 11.00an de li Taxa Armaganevlerê Pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, otobûsa ÎETTyê ku di bin rêveberîya T.M. de bû, dema ku berejêr dihat şofêrê otobûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û li dîwara ku kêleka rê bû qelibî.

Di encama qezayê de şofêr û rêwîyek birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên polês, îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Birîndaran, bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Umranîyeyê.

Hat destnîşankirin ku di pêşîya otobûsê de xesar çêbû û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir